Meclisa Malbatên Şehîdan ên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi merasîmekê cenazeyê şehîd Ebdîn Hemo oxir kir û nasnameya şehîd Birûsk Heleb eşkere kir.
Endamê Komîteya Lihevanînê ya Meclisa Şehîd Cengîz a taxa Eşrefiyê Ebdîn Hemo di 10’ê Îlonê de ji ber nexweşiyê şehîd bû.
Bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê li qada Şehîdan a rojavayê Şêxmeqsûd kom bûn û tevlî merasîmê bûn.
Di merasîmê de piştî deqeyek rêzgirtin, axaftin ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Meclisa Olî ve hate kirin.
Axêveran sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza şopandina riya wan da.
Her di merasîmê de nasnameya şervanê QSD’ê Birûsk Heleb ku di 8’ê Îlonê de li Hesekê şehîd bû, hat aşkerekirin.
Piştre nasnameya herdu şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hate kirin.
Cenazeyê şehîd Ebdîn Hemo di nava tilîliyên dayikan de li goristana Pino spartin axê.
