Cîgira hevserokatiya encumena zagonsaz a herêma Cizîrê Ebla Xelîl salvegera damezrandina Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê li malbatên şehîdan û gelê Bakur û Rojhelatê Sûriyê û jinan pîroz kir.
Ebla xelîl ji Rojava Tv re diyar kir di nava 9 salan ji damezirandina rêveberiya xweser a herêma cizîrê Encumena Zagonsaz karîbû roleke pir mezin di erêkirina biryar û avakirina saziyan de bilîze.
Bi dirêjbûna aloziya Sûrî rûyê hemû hêz û aliyên ku bi navê xizmeta gelê Sûriyê xwe nîşan dan û li gorî berjewendiyên dewletên herêmî aloziya Sûrî bi kar anîn..
Di 21’ê çileya 2014’an de rêveberiya xweser a herêma cizîrê hate damezirandin, projeya Rêveberiya Xweser di nava vê aloziyê de projeyekî nimûne bû, li ser bingeha hevjiyana gelan hate avakirin û niha bûye modela çareseriyê.
Cîgira hevserokatiya encumena zagonsaz a herêma Cizîrê Ebla Xelîl salvegera 9’emîn a damezirandina rêveberiyê pîroz kir û got “di nava 9 salan ji damezirandinê encumena zagonsaz karîbû roleke pir mezin di erêkirina biryar û avakirina saziyan de bilîze.”
Ebla Xelîl di dewama axaftina xwe de got “encumena zagonsaz li gor dema 2014an maf da ku her 15 hezar kes nûnerekî wan di encumena zagonsaz de cih bigre.”
Ebla Xelîl anî ziman: Encumena zagonsaz a herêma Cizîrê herî dawî du zagon derxist û jê zagona malbatê bû ku erêkirina wê jî giringiyeke mezin bû her wiha dê bi wê zagonê pirsgirêkên malbatê bêne çareserkirin û zirar ne li jin û ne li mêr jî bê kirin.
