RÊVEBERIYA XWESER A EFRÎNÊ SERDANA MALBATÊN ŞEHÎDÊN SIVÎL KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Rêveberiya Xweser a Efrîn û Şehbayê di çarçoveya serdanên xwe yên ji bo pîrozkirina cejna qurbanê de, serdana malbatên şehîdên sivîl kir.

Rêveberiya Xweser dibêje, serdanên malbatên şehîdan ji erkên wan ên bingehîn e.

Nûnerên Saziyên Rêveberiya Xweser ên Efrîn û Şehbayê ne, di çarçoveya serdanên xwe yên pîrozkirina cejnê de, serdana malbatên şehîdên sivîl kirin.

Rêveberiya Xweser a Herêma Efrîn û Şehbayê ji bo kêfxweşkirina malbatên şehîdan û guhdarkirina li daxwazên wan, serdana malbatan kirin û cejna wan pîroz kirin.

Hevseroka Desteya Karûbarên Civakî ya Herêma Efrînê Arîn Bekîr dibêje, serdanên malbatên şehîdan ji erkên wan ên bingehîn e.

Ji hêla xwe ve, Rêveberê Nivîsgeha Têkiliyan a Efrîn û Şehbayê Mistefa Nebo diyar dike, hêviya koçberan a vegera li Efrînê zindî ye.

Tevî êrîşên dewleta Tirk ên li dijî kantona Şehbayê û dorpêça giran a Hikûmeta Şamê, koçberên Efrînî berxwedaneke bêhempa dimeşînin û hêviyên wan ên vegera li warê zeytûnê pêl bi pêl geştir dibin.

Share This Article