Rojnemevan û mafnasên jin ku sucên Tirkiyê belge dikin, komkujiya li Kobanê şermezar kirin û gotin divê dewleta Tirk ji ber sûcên xwe were darizandin.
Tevî biryara rawestandina agirbestê ya li seranserî Sûriyê, lê êrîşên dewleta Tirkiyê ya dagirker bê navber li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin.
Roja 17’ê adarê dewleta tirk a dagirker li gundê Berxbotanê ya girêdayî Kobanê komkujiyek pêk anî û di encamê de 10 endamên heman malbatê şehîd bûn.
Rojnamevan Cûdî Elî got, armanca êrîşên dewleta tirk yên li ser herêmê hilweşandina rêxistinbûna gelê herêmê ye.
Her wiha Endama Komîteya Perwerdeyê ya Rêxistina Stêrk a Parastin û Şopandina Mafên Zarokan Perwîn Loqo tekez kir ku armancgirtina sivîlan sûcekî dijî mirovî ye.
Li gorî amarên ku Rêxistina Mafên Mirovan a Firatê ji 8’ê Çileya 2024’an ta roja îro belav kirine, di encama êrîşên Tirkiyê de 105 kes şehîd bûne ku di nava wan de 7 jin û 35 zarok jî hene.
