Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê, bi daxuyaniyekê daxwaza vegera welatiyan li malên xwe û bidawîkirina dagirkeriyê kir.
Ev daxuyanî bi boneya heftemîn salvegera êrîşa Tirkiyê li ser Efrînê û koçberkirina bi darê zorê ya welatiyê wê pêk hat.
Di daxuyaniyê de, rêxistinê destnîşan kir ku ev heft sal in dewleta Tirk a dagirker demografiya bajêr diguherîne û hewl dide gelê resen yê mayî koçber bike û kesên terorîst li şûna wan bi cih bike.
Di dawiya daxuyaniyê de, rêxistinê tekez kir ku heya niha bi hezaran Efrînî dûrî malên xwe dijîn û divê civaka navdewletî bi cidî kar bike ji bo bidawîkirina dagîrkeriyê û vegerandina wan bi aramî bo malên xwe.
RÊXISTINA MAFÊN MIROVAN A EFRÎN-SÛRIYÊ DAXWAZA VEGEREKE BI EWLE KIR
