6’ê Îlona Îsal, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 7 salên xwe yên tijî têkoşîn û destkeftî temam dike.
Rêveberên kantona Reqayê Salvegera Damezrandina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kirin û gotin, tevî hemû astengiyan, lê sîstema Rêveberiya Xweser bûye modeleke guncev di Sûriyê û Rojhilata Navîn de.
Bi destpêkirina kirîza Sûriyê re, gelên Rojavayê Kurdistanê xeta sêyemîn hilbijartin û bi kurbûna kirîzê re şoreşa 19’ê Tîrmehê ku bi şoreşa gelan tê naskirin, hat destpêkirin.
Piştre pêwîstî bi avakirina rêveberiyên xweser ên demokratîk hate dîtin û di wê çarçoveyê de di çileya sala 2014’an de rêveberiyên xweser ên kantonên Cizîr, Kobanê û Efrînê hatin avakirin.
Her wiha di 6’ê îlona sala 2018’an de, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bajarê Eyn Îsa hate damezirandin .
Li ser mijarê Hevserokê Desteya KarûBarên Civakî û Kedkaran a Rêveberiya Xweser Farûq El Maşî diyar kir ku tevî hemû astengiyên li dijî Rêveberiya Xweser, lê bû modeleke guncev di Sûriyê de.
Her wiha Hevseroka Desteya Jîngehê ya Rêveberiya Xweser Besma Mihemed anî ziman ku bi damezirandina Rêvebeirya Xweser re jinan mafên xwe bi dest xistin.
Di sala 2021’an de Parlementoya Katalonyayê, bi awayekî fermî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nas kir.
Rêveberiya Xweser îro li ser asta Sûriyê û cîhanê bûye mînak û xebatên xwe yên dîplomatîk dewam dike.
