Malbatên şehîdên berxwedana Bendava Tişrînê serkeftina berxwedana ku 118 rojan dewam kir û di oxira wê de bi dehan kesan canê xwe feda kirin pîroz kirin û gotin QSD’ê hêvî û armancên şehîdên wan pêk anî.
Cihê ku berxwedan û têkoşîna ji bo avakirina pêşerojeke azad û wekhev lê hebe, helbet dê serkeftin li wir were misogerkirin.
Bendava Tişrînê jî bû cihê giring yê parastina statuya ku bi xwîna hezarên şehîdan hatiye avakirin û dê heta hetayê di dîrokê de xwedî cihekî giring û pir biheybet bimîne.
Malbatên şehîdên berxwedana Bendava Tişrînê serkeftina berxwedana ku 118 rojan dewam kir û di oxira wê de bi dehan kesan canê xwe feda kirin pîroz kirin û gotin QSD’ê hêvî û armancên şehîdên wan pêk anî.
Her wiha malbatan diyarkirin ku QSD û gel bi hevre planên dijmin têk birin û ew ê rê nedin dagirkeriya Tirk ku axa wan dagir bike.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê duh (5 Gulan) bidawîbûna çalakiya nobetê ya li Bendava Tişrînê ragihand û tekezî li ser berdewamiya têkoşîna li hember her xeteriyeke nû kir.
