li bajarê Dêrikê amadekariyên vekirina peymangeha bilind a hunerê li ser asta bakur û rojhilatê sûriyê tê kirin .
Rêveberên peymangehê behsa amadekarî û girîngiya vekirinê vê peymangehê dikin.
4 meh in Desteya çand û hunerê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemahingiya zanîngeha Rojava amadekariyên vekirina peymangeha bilind a hunerê li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bajarê Dêrikê dike.
Peymangeh ji 3’ê beşan pêk tê mûzîk, şano û sînema ye û dê peymangeh sê salan dirêj bike .
Li gorî hevserokatiya peymangehê dê îsal 100 xwendekarên ku temenê wan di navbera 18 û 26 salan de werin qebûlkirin.
Hevserokê Peymangeha bilind a hunerê ciwan ibrahîm got, di vê rewşa awarte de em armanc dikin ku parastina çand û hunera xwe bikin û ev jî dibe bersiv ji dijmin re.
hevseroka TEV- ÇAND a herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sumeya Mihemed jî behsa amadekarî û girîngiya vekirina peymangehê kir.
Kesên ku dixwazin li peymangehî bixwînin dikarin ji bo qeydkirinê serî li Zanîngeha Rojava li Qamişlo, Zanîngeha Kobanî û Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk li Kantona Efrîn û Şehbayê dibin.
Li gorî rêveberiya peymangehê dê di Mijdara 2024’an de Peymangeha Bilind a Hunerê bi fermî were vekirin.
