RÊVEBERIYA XWECIHÎ 11 SAHRÎCÊN AVA VEXWERINÊ ŞANDIN BAKURÊ DÊRA ZORÊ

Rojava Tv
1 Min Read

Rêveberiya xwecihî û şaredariyan a kantona Dêra zorê dest bi kampanya şandina sahrîcên ava ‎vexwarinê ji bo bajarê Siwer û navçeyên derdora wê kir.‎

Li gel pêla germê ya heyî û zêdebûna pêwîstiya avê her wiha li ser bangên xelkê, Rêveberiya ‎Xwecihî û şaredariyan a kantona Dêra zorê, 11 sahrîcên avê ber bi bejahiya bakûr ve rê kirin.‎

Sahrîcên avê dê ji bo her malekê 5 bermîlên ava vexwarinê belav bike û dê pêwîstiyên ‎xelkên deverê bi cih bînin.‎

Belavkirina avê bê pere ye û dê dem dirêj avê li xelkên bejahiya Bakurê Dêra Zorê belav bike.‎

Share This Article