Ji bo bîranîna şehîdên serhildana 12’ê Adara 2004’an, matçên Footballê li serasnerî herêma bakur û rojhilatê Sûriyê hatin lidarxistin.
Beşdarên çalakiyan diyar kirin ku ew ê heta dawiyê li ser riya şehîdên 12’ê Adarê bimeşin. Serhildana 12’ê Adara 2004’an a li bajarê Qamişlo, di dîroka gelê Kurd de cihekî xwe yê girîng girtiye.
Ji bo bîranîna şehîdên serhildanê serhildanê, matçên Football li serasnerî herêma bakur û rojhilatê Sûriyê hatin li dar xistin.
Rêveberiya dibistanên bajarê Amûdê ji bo bîranîna serhildana 2004’an, matçeke Footballê li dar xist.
Matç bi amadebûna endamên rêveberiya Dibistanan û xwendekaran li stadgeha Amûdê ya werzîşê hate lidarxistin.
Beriya matç dest pê bike, daxuyaniyek hate dayîn û hate diyar kirin ku wê Tornoveya Footballê heta 5 rojan dewam bike.
Di roja yekê de, Tîma dibistana Çaxir û tîma dibistana Şeref Xan lîstin.
Serhildana 12’ê Adara 2004’an a li bajarê Qamişlo, di dîroka gelê Kurd de cihekî xwe yê girîng girtiye.
Ji bo bîranîna şehîdên serhildanê serhildanê, matçên Football li serasnerî herêma bakur û rojhilatê Sûriyê hatin li dar xistin.
Rêveberiya dibistanên bajarê Amûdê ji bo bîranîna serhildana 2004’an, matçeke Footballê li dar xist.
Matç bi amadebûna endamên rêveberiya Dibistanan û xwendekaran li stadgeha Amûdê ya werzîşê hate lidarxistin.
Beriya matç dest pê bike, daxuyaniyek hate dayîn û hate diyar kirin ku wê Tornoveya Footballê heta 5 rojan dewam bike.
Di roja yekê de, Tîma dibistana Çaxir û tîma dibistana Şeref Xan lîstin.
Desteya Ciwan û Werzîşê ya bajarê Kobanê jî bi heman boneyê matçeke Footballê saz kir.
Matç bi amadebûna endamên Yekîtiya Werzîşê û saziyên Sivîl li stadgeha El Sedaqa El Nirwêjiyê hat li dar xistin.
Matç di navbera tîma Nisrîn û Tîma Kobanê her wiha di navbera Tîma Şehîd Cûdî û tîma Ciwanên Şoreşger de hat li dar xisitn.
Yekîtiya Werzîşê ya li Helebê jî bi matçeke Football ê şehîdên serhildana 12’ê Adarê bi bîr anî.
Bi dehan endamên Yekîtiya Werzîşê, saziyên taxê, KPC’ê û ciwanên şoreşger li stadgeha berxwedana Şêxmeqsêd beşdarî çalakiyê bûn.
Lîstikek Footballê di navbera tîma Ş. Cûdî Amanos û tîma Tevgera Ciwanên Şoreşger de hate li dar xistin.
Lîstik bi xelatkirina beşdarbûyan bi dawî bû.
