RÊVEBERIYA SIVÎL A MINBICÊ BANGA PÊKANÎNA AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û xelkê wê bi daxuyaniyekê bang li rêxistina mafên mirovan û CPT′yê kir ku ji bo pêkanîna azadiya Rêber Abdullah Ocalan xebateke cidî bikin .
Bi dehan endamên rêveberiya Sivîl a minbic, partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, Encumena Kombûna Jınan a Zenûbiya û xelkê bajêr li Yarîgeha 4′ê Nîsanê daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de hate gotin, hêzên kapîtalîst her tim li dijî tevahî kesayetên xwedî taorî û di serî de taoriya neteweya demokratîk a bi serkêşiya Rêber Abdullah Ocalan kiryarên çewisandinê pêk tîne.
Di daxuyaniyê de bang li rêxistinên mirovî û hiqûqî nemaze CPT′yê hate kirin ku rweşa Rêber Abdullah Ocalan bişopîne û di civînên NY′ê yên taybet bi mafên mirovan û girtiyan de nîqaş bikin.

Share This Article