Partiya Sûriya Pêşerojê bi boneya salvegera şehadeta Şehîd Hevrîn Xelef, îro festîvalek li kantona Tebqayê li dar xist.
Bi dehan endamên Partiya Sûriya Pêşerojê, Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî û TEV-DEM’ê beşdarî festîvalê bûn.
Di festîvalê de axaftin li ser navên partiya sûriya pêşerojê, rêveberiya xweser, QSDê, kombûna jinên zenûbiya û dayika şehîd Hevrîn hatin kirin.
Axêveran behsa ked û xebata Şehîd Hevrîn Xelef û rola wê ya ji bo azadiya jinan, kirin.
Her wiha soza şopandina rêya şehîdan dan.
