Rêveberiya kampa Telai ji bo pêşwazîkirina koçberên ku di dibistanan de dimînin beşek ji kampê berfireh kir û 47 kon lê zêde kir.
Rêveberiya kampê tekez kir ku, divê Komîseriya Koçberan bi erkên xwe rabe û piştgiriyê bide kampên li herêmên rêveberiya xweser.
Ji ber êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser Girê Spî û Serêkaniyê bi sedan xelk koçber bûn û ji bo bicihkirina koçberan hin dibistanên bajarê Hesekê veguherîn wargehên koçberan.
Lê pirbûna hejmara xwendekaran di nav polên dibistanan de, pêwîstî bi çareseriyek din kir, ew jî berfirehkirina kampa Telai’ê ji aliyê Rêveberiya Giştî ya Dibistanan û Rêveberiya kampê bû.
Di vê derbarê de Rojava TV bi rêveberê kampa Telai’ê Ebdulrezaq Mihemed re hevpeyvînek kir û mekanîzma xebatên berfirehkirina kampê şopand.
Ebdilrezaq Mihemed di axaftina xwe de diyar kir ku ti alî destekê nadin xizmeta koçberan, divê aliyên peywendîdar bi vê yekê rabin.
Gelek kampên li herêmên Rêveberiya Xweser rastî kêmbûna xizmetguzariyan tên, û ya ku rewşê xirabtir dike, paşguhkirina rêxistinên navdewletî ji rewşa kampan re ye.
Ev yek dihêle ku Rêveberiya Xweser rûbirûyê astengiyên mezin were.
