KONFERANSA PERWERDEYÊ YA NAVNETEWEYÎ YA LI KOBANÊ DI ROJA 2’AN DE BI RÊ VE DIÇE

Rojava Tv
1 Min Read

Konferansa Perwerdeyê ya Navneteweyî ya Yekemîn ku li bajarê kobanê hat lidarxistin di roja xwe ya 2’an de bi rê ve diçe.

Hevserokê Zanîngeha Kobanê û mamosteya Zanîngehê anîn ziman ku, armanca sereke ji lidarxistina konferansê pêşxistina qada perwerdeyê li herêmê ye.

Doh li bajarê Kobanê Konferansa Perwerdeyê ya Navneteweyî ya Yekemîn bi dirûşma”ʹVeguherînên Perwerdeyê di Serdema Nûjeniyê de: Nêrîn û Pêkanîn” li avahiya Zanîngeha Kobanê hat lidarxistin.

Di konferansê de li tomara dengî ya fermandarê QSD’ê Mazlûm Ebdî hate guhdarkirin.

Piştre behsa xebatên zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û pêşxistina wan hat kir û li ser rolên mamoste di ronahiya fêrbûna dîjîtal de semînerek hat pêşkêşkirin.

Hevserokê Zanîngeha Kobanê Şervan Muslim anî ziman ku, armanca sereke ji lidarxistina konferansê pêşxistina qada perwerdeyê li herêmê ye.

Li aliyekî din Mamosteya Zanîngeha Kobanê Hena Şêx Mihemed got, ji bo çareserkirina pirisgirêkan lidarxistina konferansek bi vî rengî girîng bû.

Konferans dê îro bi nîqaşkirina mijarên weke Teknolojiya perwerdehiyê û veguherîna dîjîtal, pirsgirêkên perwerdehiyê û pêşxistina behreyên jiyanî û pîşeyî bi dawî bibe.

Share This Article