RÊVEBERIYA DIBISTANÊN QAMIŞLO BI ŞAHIYEKÊ 8’Ê ADARÊ PÎROZ KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Di çarçoveya rêzeçalakiyên bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanî de, rêveberiya dibistanên bajarê Qamişlo îro şahiyek ji xwendekaran re li dar xist.

Şahî bi deqeyek rêzgirtin ji bo şehîdan dest pê kir, piştre li ser navê Rêveberiya Dibistanên Qamişlo Mamoste “Stêra Îbrahîm” pêşwaziya mêvanan kir.

Piştre Berdevka Komîteya Perwerdeyê ya Qamişlo “Sîlva Şêxî” 8`ê Adarê li hemû jinên cîhanê bi taybet jinên Kurd pîroz kir û hêvî kir ku ev roj bibe roja serketin û azadiya jinan.

Di bernameya şahiyê de, komên govend û stranan berhemên xwe pêşkêş kirin, paşê şanoyek derbarê roja 8’ê Adarê de ji aliyê koma “Nûda” ve hate pêşkêşkirin.

Share This Article