Endamê Desteya Rêveber a Gerînendeya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Sûriyê Xalid Ibrahîm li ser hewildanên asayîkirina têkiliyên di navbera şam û enqerê de got:” Enqerê bi vê hewildanê dixwaz e dagirkeriya xwe di nava xaka Sêriyê de berfireh bike”.
Xalid Îbrahîm armancên dewleta tirk ji vê hewildanê nirxand ku ji destpêk ve aramanca wê ya sereke têkbirina projeya Rêveberiya Xweser e.
Li ser paşxaneya hewildanên başkirina têkiliyan di navbera Şam û Enqerê de, Serokê Dewleta Tirk a dagirker Receb Teyib Erdogan, Beşar El-Esed ji bo rûniştandina ser maseyê vexwend.
Wezareta Derve ya Şamê, li ser vê yekê daxuyaniyek da û got ku her destpêşxeriya başkirina têkiliyên li gel Enqerê divê li ser bingehên zelal were avakirin, divê qutkirina piştgiriyê li ser çeteyan û vekişîna hêzên Tirkiyê ji axa Sûriyê dest pê bike.
Endamê Desteya Rêveber a Gerînendeya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Sûriyê Xalid Ibrahîm, ev Bangewazî xwend û helwesta Enqerê ji vê nêzîkatiyê bi berfirehiya dagirkeriya xwe li nava Sûriyê bi nav kir.
bi nerînek din Xalid Îbrahîm armancên dewleta tirk ji vê hewildanê nirxand ku ji destpêk ve aramanca wê ya sereke têkbirina projeya Rêveberiya Xweser e.
çavdêr dibînin ku zehmete têkiliyên Şam ê Enqerê vegerin wekî sala 2011’an,
her wiha bifikarin ku çi hewildanek nûkirina têkiliyan di navbera Şam û Enqerê de çêbibe, dê aloziya Sûriyê kûrtir bike .
