KONFERANSA 1’EMÎN A MECLISA JIN YA KONGRA ISLAMA DEMOKRATÎK BI ENCAMNAMEYEKÊ BI DAWÎ BÛ

Rojava Tv
1 Min Read

Konferansa yekemîn a Meclisa Jin ya Kongreya Îslama Demokratîk bi encamnameyekê bi dawî bû, ji wan piştgiriya pêngava ji bo azadiya Rêber APO, sekna li dijî nijadperestiya olî û têkbirina zihniyeta baviksalariyê .

Konfirasn di bin diruşmeya ” Bi Hêza Bawerî û Ramana Islama Demokratîk Em ê Civaka Exlaqî û Polîtîk Vejîn Bikin ” li hola Zanîngeha Rojava a bajêr hat li dar xistin.

Bi dehan endamên Kombûna jinan a Zenûbya, Kongra Star, Rêxistina Sara û tevgerên jinan di konfiransê de amade bûn.

Di konfirasnê de girîngiya jin û rola wê ya sereke di avakirina civakê de hat nîqaş kirin.

Her wiha hate gotin ku jin Nîvê civakê ye û nîvê din jî xwedî dike.

Konfirans bi encamnameyekê bi dawî bû, ji wan encamnameyan piştgiriya pêngava ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan, sekna li dijî nijadperestiya olî, têkbirina xîtabata nefretê û zihniyeta baviksalariyê bi rêya belavkirina fikir û têgeha îslama demokratîk.

Share This Article