KOÇBERÊN EFRÎNÎ BI HÊVIYA VEGEREKE BI EWLE LI BER XWE DIDIN

Rojava Tv
2 Min Read

Koçberên Efrînî yên ku bi darê zorê ji cihên xwe hatine koçberkirin, ji Rojava TV re gotin, piştî rêkeftina 10’ê Adarê hêviyên wan geştir bûne.
Her wiha Koçberan hêvî kirin ku di demeke nêzîk de ew li malên xwe vegerin û bi ewle û aramî jiyan bikin.

Di 10’ê Adara îsal de, peymanek di navbera fermandarê hêzên Sûriya Demokratîk Mazlûm Ebdî û Serokê desthilata Şamê Ehmed El Şeri de hat imzekirin.

Di wê peymanê de ku ji 8 xalan pêk tê, yek ji wan xalan vegera bi ewla ya koçberan a li ser xaka wan e.

Koçberên Efîrînî ku 2 caran bi darê zorê ji malên xwe hatine koçberkirin, hêviyên wan ên vegerê ligel îmzekirina vê peymanê geştir bûn.

Xelîl Îsa ku yek ji koçberên Efrînê ye û niha li Kantona Teqayê jiyan dike diyar kir ku heta vegera li Efrînê em ê her di nava tekoşînê de bin.

Her wiha koçbereke din ya bi navê Rehîma Hebeş hêvî kir ku xalên peymanê di zûtirîn dem de bên pêkanîn û di demeke nêzîk de vegerin cih û warên xwe.

Di 2’yê Kanûna sala derbasbûyî de ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker koçberên Efrînî neçar man ku careke din rû bi rûyî koçberiyê bibin û berê xwe bidin herêmê biewle yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Share This Article