RÊVEBERÎ BANG DIKE, WELATÊN TÊKILDAR JÎ BÊDENG IN Û DERENG DIXIN

Rojava Tv
2 Min Read

Hê jî her welat behsa metrsiya kampa Holê dikin, lê dema behsa vegera welatiyên wan tê kirin her kes xwe li bêdengiyê datîne.

Metirsiya kampa Holê ji çend sedemên girîng pêk tê, ji aliyê cogirafî de bi 45 k.m dikeve rojhilatî bajarê Hesekê û nêzî sînorê Iraqê ye..

Her wekî din mezintirîn kamp di sûriyê de ye û beşek taybet ji bo malbatên DAIŞ’ê heye ku hejmara wan zêdetirî 8 hezaran e û ji 57 welatên ereb û biyanî ne..

Li kampê qerebalixeke mezin heye dişibe qerebalixa bajarekî, ji ber ku 54 hezar kes tê de dijîn, ji wan nêzî 27 hezar Iraqî ne, 18 hezar Sûrî ne, û 8,500 biyanî ne, ku ji sedî 90 ji wan jin û zarok in û ji sedî 70 jî temenê wan di bin 12 saliyê de ne..

Çeteyên DAIŞ ji şert û mercên ewlehiyê yên li kampê û qerebalixiya wê di nav xelkê de sûd werdigire, da ku zextê li niştecihan bike ku tevlî şaneyên wê yên razayî bibin..

Rojane gelek ji niştecihên kampê bang li welatên xwe dikin ku wan vegerînin warên wan, lê wekî her car ew welat bê dangiya xwe berdewam dikin..

Gelek caran rêveberiya xweser bang li welatan dike ku welatiyên xwe yên ji çeteyên DAIŞ’ê vegerînin, lê bi behaneyên cuda xwe li bêdendiyê datînin..

Beriya demekê jî fermandarê operasyonên Amerîka li rojhilata navîn Michael Corella jî daxwaza vegera çeteyên DAIŞ yên biyanî yên di kampê de kiribû, Michael Corella bi diyar kiribû ku ji sedî 50 ji niştecihên kampê mîrasê fikrê DAIŞ’ê radikin û mehan e 80 zarok li vê kampê ji dayîk dibin..

Share This Article