Endama Nivîsgeha Perwerdeyê ya Efrîn û Şehbayê Bêrîvan Xelîl salvegera damezrandina Rêveberya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir û diyar kir ku Rêveberiya Xweser ji hemû cîhanê re bûye nimûne.
5 sal in pergala Rêveberiya Xweser hatiye damezrandin.
Rêveberiyê di nava rêwîtîiya têkoşîna xwe ya azadiya gelan de, gelek gavên girîng avêtin û di qada dîplomasî de hebûna xwe îsbat kir.
Niha ji tevahî pêkhateyên herêmê, Kurd, Ereb, Suryan, Çerkez, Tirkman û hwd cihê xwe di nava Rêveberiya Xweser de digrin.
Têkildarî mijarê Endama Nivîsgeha Perwerdeyê ya Efrîn û Şehbayê Bêrîvan Xelîl salvegera damezrandina Rêveberya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir û diyar kir ku Rêveberiya Xweser ji hemû cîhanê re bûye nimûne.
Her wiha Bêrîvan Xelîl bal kişand ser hewldanên Rêveberiya Xweser ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê û got: “Rêveberiya Xweser amade ye diyalogê bi her aliyan re ji bo çareseriyekê ji aloziya Sûriyê re bibîne, bike”.
Rêveberiya Xweser girîngiyeke mezin da xebatên gel û di tevahî qadên jiyanê de xizmetên mezin pêşkêş kirin.
Her wiha ewlehiya herêmê parast û jiyaneke bi rûmet ji bo welatiyên herêmê dabîn kir.
