RÊVEBERÊN FIRATÊ KIRYARÊN ÇETEYAN ÊN LI EFRÎNÊ BI SÛCÊN ŞER BI NAV KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Rêveberên Kantona Firatê sûcên û binpêkirinê ku dewleta Tirk û çeteyên wê di Efrînê de pêk tînin şermezar krin û gotin,
li hember sûcên li Efrîna dagirkirî civaka navnetewî di rewşa bêdengiyê de ye.

Rêveberan banga bi dawîkirina sûcan û darizandina sûcdaran kirin.

Ji roja dagirkirina Efrînê ve û heta niha dagirkeriya Tirk û çeteyên wê, binpêkirinên dijmirovî li dijî xelkên resen, demografî û xwezaya efrînê pêk tînin.

Li gel hemû sêc û kiryaran, herî dawî çeteyên ʹel Emşatʹ ên dewleta Tirk a dagirker li gundê Kaxrê ya Mabeta ya Efrînê gule li jinên ku li dijî kiryarên çeteyan derketibûn barandin, di encamê de bi dehan jin û mêr birîndar bûn û hatin girtin.

Rêveberên Kantona Firatê sûcên li Efrîna dagirkirî şermezar kirin û banga bi dawîkirina sûcan kirin.

Rêveberên Firatê di nav nirxandinên xwe de dan zanîn ku, dagirkeriya tirk di bin navê îslamê de sûcên herî hovane û derexlaqî pêk tîne.

Tevî hemû raporên komele û rêxistinên mafên mirovan ên derbarê binpêkirinên komên çeteyan li Efrînê ji Kuştin, revandin, tecawiz, dizî û talanê lê sazî û rêxistinên navdewletî di rewşa bêdengiyê de ne.

Share This Article