Di bin dirûşmeya “Rastbûna Cezîrê li ser Qeraxên Firatê” Desteya Çand û Şûnwaran festîvala helbesta gelêrî li Reqayê li dar xistin.
Di festîvalê de hezkiriyên çandê û 17 helbestvanên ji herêmên cuda yên Sûriye, Iraq û Urdunê beşdar bûn.
Di festîvalê de hevserokê Desteya Çand û Şûnwaran Merhaf El-Fahd diyar kir ku cangoriyên azadiyê bingeha vegera jiyana çandî bûn:
Di roja yekem ji festîvalê de helbestvan Muthana El-Ebûd, Îsmaîl El-Hesen, Mehmûd El-Eyed, Îsmaîl El-Hesen û Ebdul Wehîd helbestên xwe pêşkêş kirin.
