RAYA ILÊWÎ: JINÊN SIWÊDAYÊ PARÊZVANÊ ÇANDA XWE NE

Rojava Tv
1 Min Read

Endamên Partiya Weten el-Sûrî sûcên ku li siwêdayê pêk tên şermezar kirin û gotin armanca sûcên li Swêdayê jihevxistina yekgirtina netewên sûriyê ye.

Piştî rûxîna rêjîma Baasê û hatina Hikumeta veguhêz a sûriyê li ser desthilatê gelek geşedanên Cûr bi cûr derketin.

ji wan geşedanan komkujiyên çekdar li berava sûriyê pêk anîn her wiha binpêkirin û kiryarên ku niha li siwêdaya başûrê sûriyê pêk tên.

Endanên Partiya Weten El-sûrî ji Rojava Tv re têkildarî bûyerên li swêdayê destnîşan kirin ku Jinên swêdayê ne tenê şahidên vê êşê bûn lê parêzvanê çanda xwe bûn.

Li gorî rawangeha sûriyê ya mafê mirovan ji kiryarên li swêdayê rû didin, Endamên wezareta parastinê ya hikumeta veguhêz a sûriyê 7 kes di nav de welatiyekî Amarîkî bi rengekî rasterast li kolanên bajêr gulebaran kirin.

Share This Article