LI DÊRIK Û AMÛDÊ 4’Ê NÎSANÊ BI ŞAHIYÊN GIRSEYÎ HAT PÎROZKIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

4’ê nîsanê rojbûna Rêberê Gelan Rêber Abdullah Ocalan ya 76’emîn e.

bi vê boneyê Li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şahiyên girseyî hatin lidarxistin.

Li bajarê Dêrikê jî 4’ê Nîsanê li parka dicle ya li bajêr hat pîrozkirin.

Di şahiyê de hate pişterast kirin ku bi rojbûna rêber APO re, gelê azadîxwaz serî hilda û ji bo misogerkirina azadî û mafê xwe, têkoşiyan.

Li bajarê Amûdê jî 4’ê Nîsanê bi amadebûna şêniyên bajêr û Endamên Saziyên Sivîl li hola beylesan hate pîrozkirin.

Di şahiyê de axaftin hatin kirin û rojbûna rêber apo li tevahî gelê azadîxwaz, taybet jinên têkoşer hat pîrozkirin.

beşdaran tekez kirin ku ewê vê salê bikin sala azadiya rêber APO.

Li seranserî cîhanê roja 4’ê nîsanê bi çalakiyên dîrokî hatin pîrozkirin, di çalakiyan de jî peyama yekgirtî hat dayîn ku ew ê li ser fikra Rêber Abdullah Ocalan bimeşin.

Share This Article