Têkildarî şewitandina dar û daristanên efrîniyan, endama Meclisa giştî ya PYD’ê Ayşe Hiso dibêje, armanca dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji van kiryaran, guhertina demografya Efrînê ye.
Her wiha Ayşe Hiso diyar kir, agirê ku daristanên Efrînê disojîne, dê çeteyan jî bigre nava xwe û qira wan bîne.
Ji nîveka vê mehê ve, bi awayekî sîstemateîk şewitandina daristanên Efrînê zêdetir bûye.
Grûpên çeteyan yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker, bi mebestî darên efrînîyan dişewitînin û herêmê vediguherînin çolistaneke dijwar.
Têkildarî mijarê endama Meclisa giştî ya PYD’ê Ayşe Hiso dibêje, armanca dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, guhertina demografya Efrînê ye.
Her wiha Ayşe Hiso diyar kir, agirê ku daristanên Efrînê disojîne, dê çeteyan jî bigre nava xwe û qira wan bîne.
Çavdêrên rewşa Efrînê û jîngehparêz dibînin, eger ku şewata daristanên Efrînê weha berdewam bike, ew herêma ku berê bi xwezaya xwe ya dewlemend dihate naskirin, dê veguhere biyabaneke dijwar.
