Encumena Seroketiya MSD’ê diyar kir ku divê diyaloga Sûrî-Sûrî bê çalakkirin û piştgiriya rêyan bikin ku dengê xelkên Sûriyê dike yek.
Encumena Seroketiya MSD di civîneke xwe ku li Hesekê li dar xistiye de, geşedanên siyasî yên li ser asta herêmê, cîhanê û bandorên wan li ser rewşa Sûriyê nîqaş kirin.
Malpera fermî ya MSD’ê bi nûçeyekê lidarxistina civînê ragihand û têde da xuyakirin ku hemû pêkhateyên siyasî yên Encumenê teqezî bi girîngiya diyalogê û pêkanîna aştiyê kirin, Her wiha destnîşan kirin ku diyalog rêya yekane ya çareserkirina hemû doz û pirsgirêkên navneteweyî û xwecih e, nexasim kirîzên ji ber şerê li Ewropa, Sûriyê, Îran û seranserî Rojhilata Navîn, li dar in.
civînên ji bo dosyaya Sûriyê dihatin lidarxistin rawestiyane yan jî bi bin ketine ji ber serhişkiya aliyên şer û tunebûna vîneke navneteweyî ya cidî ku gelê Sûriyê ji aloziyê xilas dike.
Di civînê de hevdîtinên ku MSD’ê bi rêya nûnertî û nivîsgeha têkiliyan bi hêzên bandor û aliyên dîplomasî re hatin nirxandin.
di dawiya civînê de gelek biryar hatin girtin:
-Piştgiriya xeta Stockholmê û lidarxistina Kongreya Hêz û Kesayetên Demokratîk.
-Çalakkirina diyaloga hundirîn di navbera pêkhateyên herêmê de.
-Pêşxistina aliyê dîplomatîk li gor doza gelê sûriyê.
-Amadekariyên lidarxistina Kongreya Giştî ya MSD’ê.
