Odeya operasyona ewlehiya domdar bi daxuyaniyekê ragihand ku qonaxa yekemîn a operasyonê bi paqijkirina derdora bajarê Holê bi awayekî serkeftî bi dawî bûye û di encamê de 47 çeteyên DAIŞ’ê hatine girtin.
Operasyon îro di roja xwe ya 3’emîn de bi paqijkirina bajar û kampa Holê dewam dike.
Operasyona Ewlehiya Domdar ku QSD, YPJ’ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo paqijkirina kampa Holê û derdora wê dabûn destpêkirin, di roja 3’yan de dewam dike.
Odeya operasyonê bi daxuyaniyekê ragihand ku qonaxa yekemîn bi paqijkirina derdora bajarê bi awayekî serkeftî bi dawî bûye û di encamê de 47 çeteyên DAIŞ’ê hatine girtin.
Operasyon di roja 3’yemîn de bi paqijkirina bajar û kampa Holê dewam dike.
Berdevka ragihandina YPJ’ê Rûken Cemal ji Rojava TV re behsa giringî û awayê rêveçûna operasyonê dike.
Şervanên ku beşdarî operasyonê bûne, diyar dikin ku, armanca wan parastina gelê herêmê ye.
