ŞEHÎDÊN QEREÇOXÊ LI CIHÊ ÊRÎŞÊ BI MERASÎMEKE GIRSEYÎ HATIN BIBÎRANÎN

Rojava Tv
1 Min Read

Şêniyên herêmê, berpirsên Rêveberiya Xweser û malbatên şehîdan, 20 cangoriyên azadiyê ku beriya 9 salan di êrîşa Tirkiyê de ya li dijî Qereçoxê de şehîd bibûn, bi bîranîn.

Beşdarên merasîmê piştrast dikin ku, mîna çiyayên Kurdistanê yên gewre, ew ê parastinê di ber destkeftiyên şoreşê de bikin.

Şêniyên herêmê, berpirsên Rêveberiya Xweser û malbatên şehîdan û fermandarên Rojava, li lûtkeya Çiyayê Qereçoxê 20 cangoriyên azadiyê ku beriya 9 salan di êrîşa Tirkiyê de şehîd bibûn bi bîranîn.

Malbatên şehîdan wêneyên zarokên xwe rakirin û bi zelalî gotin, rêka şehîdan û israra wan, rêk û doza me ye.

Pêşengên şoreşa Rojavayê Kurdistanê Hediya Yûsif û Asya Abdullah, ji serê Çiyayê beroj bi rêka Rojava TV peyama xwe dan.

Beşdarên merasîmê jî piştrast dikin ku, mîna çiyayên Kurdistanê yên gewre, ew ê parastinê di ber destkeftiyên şoreşê de bikin.

Çiyayê Qereçoxê, çiyayekî bi heybet e ku di landika xwe de gelek leheng hewandine û îro jî bûye sembola berxwedanî û jiyaneke bi rûmet.

Share This Article