Cangoriyên berxwedana li hemberî êrişên çeteyên hikumeta demkî, ji aliyê bi hezaran kesî ve li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan a bajarê Qamişloyê hatin oxirkirin.
Girse cenazeyên şehîdan ji pêşiya avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan a li taxa Enteriyê wergirtin û ber bi Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan ve.
Li pakrewangehê merasîm bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Şêro Şero û Ji fermandarên YPJ’ê û endama Fermandariya Giştî ya QSD’ê Rohilat Efrîn axivîn
Axêveran tevahî şehîdên azadiyê bi bîr anîn û gotin: “Em bejna xwe li hemberî mezinahiya van şehîdan ditewînin.”
Piştî axaftinan nasnameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.
Şervanan cenazeyên hevrêyên xwe yên şehîd hilgirtin ser milê xwe û bi dirûşmeyan spartin axê.
