Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê ji bo sedsaliya Peymana Lozanê li bajarê Hesekê daxuyaniyek da û Peyman şermezar kir.
PYD’ê di daxuyaniya xwe de dibêje, Peymana Lozanê berovajî navê xwe yê aştiyê, talanî, parçekirin û wêranî bi serê gelê herêmê de anî.
Her wiha diyar dike, Lozan di encama berjewendî û rêkeftinên hêzên navdewletî de hate îmzekirin û hebûna Kurdan û pêkhateyên din înkar kir.
D beşekî din de PYD’ê ji welatên ku destê wan di îmzekirina Lozanê de heye daxwaz kir ku çewtiyên xwe sererast bikin û hebûna Kurdan qebûl bikin.
Di dawiyê de tekezî li ser naskirina Rêveberiya Xweser û rawestandina êrîşên li dijî Kurdistanê hat kirin.
PYD’Ê BI DAXUYANIYEKÊ PEYMANA LOZANÊ ŞERMEZAR KIR
