PYD’ê îro bi hemahengiya li gel Desteya Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê civînek li dar xist û tê de geşedanên dawî yên siyasî yên li Sûriyê nîqaş kir.
Civîn bi dirûşma ‘’bi mîrasa şehîdan em ê civaka demokratîk û azad ava bikin’’ li hola Zana ya li bajarê Qamişlo pêk hat.
Nûner û Endamên PYD, Rêveberiya Xweser, Malbatên Şehîdan, Şêx û Rûspiyên herêmê beşdarî civînê bûn.
Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl di civînê nirxandin kir û tekez kir ku daxwaza wan avakirina welatekî hevbeş e ku her kesî di nav xwe de bigire û mafên hemû pêkhateyan garantî bike.
Aldar Xelîl di dawiya gotinên xwe de piştrast kir ku têkoşîna çekdarî ya PKKê dê derbasî qonaxa têkoşîna siyasî û diyalogê bibe.
