Partiya Yekîtiya Demokratîk ya Helebê bi beşdariya hevseroka PYD’ê Asya Abdullah konferansa xwe ya 3’emîn li dar xist.
Konferans bi beşdariya nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser, hêzên leşkerî û rêxistinên jinan hate lidarxistin.
Di konferansê de destpêkê axaftin li ser navên PYD, Malbatên Şehîdan û Hêzên Leşkerî hate kirin.
Her wiha karûxebatên PYD’ê û astengiyên ku pê re rû bi rû dimîne, hatin nîqaşkirin.
Piştre nêrîn û pêşniyar hatin wergirtin. Konferans bi hilbijartina endamên meclisê û soza mezinkirina asta têkoşînê bi dawî bû.
