Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Firatê daxuyaniyek ji raya giştî re da û êrîşa sûcdar a komên girêdayî Wezareta Parastinê ya Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê û çeteyên dewleta Tirk li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şermezar kir.
Daxuyaniya Meclisa Malbatên Şehîdan tekez kir ku êrîş li gorî berjewendiyên navneteweyî û herêmî, di serî de yên Tirkiyeyê hatin kirin. Meclisê tekez kir ku êrîş hemû pîvanên exlaqî, binpê kiriye û bi mebesta qirkirina etnîkî ya Kurdan, pêk hatine.
Daxuyaniyê tirsonekiya hikûmeta Sûriyeyê şermezar kir û ragihand ku hedefgirtina sivîl û nexweşxaneyan binesaziyê ne serkeftinek e, lê belê lekeyek li ser wijdanê wan û mirovahiyê ye.
Meclisa Malbatên Şehîdan a Firatê di dawiya daxuyaniya xwe de, bêdengiya navneteweyî şermezar kir û bang li rêxistin û saziyên mafên mirovan kir ku erkên xwe yên di şopandin û belgekirina binpêkirinên li herdu pêk hatine, bicîh bînin.
Di heman çarçoveyê de, Kongra Star jî bi daxuyaniyekê, bangewazî li raya giştî ya navneteweyî û saziyên mafên mirovan û hemû rêxistinên jinan kir ku; li hember kiryarên ku li taxên Şêxmeqsud û Eşrefiyê yên li ser jinan, zarokan, ciwanan û hemû pêkhateyan pêk tên, bê deng nemînin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku “di nava çend rojan de li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê çeteyên xwînmêj û çeteyên dewleta dagirker a Tirk li ber çavê cîhanê li dijî jin, zarok û mirovahiyê tawanên mezin dikin.”
Kongra Star diyar kir ku ev çete hebûna gelan, weheviyê, bi hev re jiyanê, di nava aştiyê de damezirandina pergala azadiyê qebûl nakin.
Di dawiya daxuyaniyê de, Kongra Star bangewazî ji bo raya giştî ya navneteweyî û saziyên mafên mirovan û hemû rêxistinên jinan kir û got: “Divê hemû civakên biwijdan bikevin nava liv û tevgerê. Ji hemû berpirsyarên van kiryaran hesap were xwestin û bi dadgehan de werin darizandin.”
