DAYÎKÊN KOBANÊ JI BO ŞERVANÊN DI ÇEPERAN DE XWARINÊ AMADE DIKIN

Rojava Tv
1 Min Read

Komek ji dayikên bajarê Kobanê bi armanca piştgiriya şervanên QSD ên ku li eniyên şer di nava berxwedanê de ne, xwarinê amede dikin.

Tevî nebûna Kehrebe, av û derfetên kêm li Kobanê, her malek seferber bû ye û bi rihê gelê şoreşgerî ji bo piştgiriya şervanên QSD, YPG û YPJ ên di eniyên şer yên li bendava Tişrîn û pira Qerexozaqê her wiha parastina axa Kobanê, ketine nava tevgerê.

Dayikên kobanê piştgiriya xwe bi şervanên xwe re ragihandin û gotin, şervanên QSD rûmeta wan diparêzin ew jî bi derfetên xwe yên heyî dê heta dawiyê li gel şervanên xwe bin.

Share This Article