ŞÊNIYÊN KOBANÊ BI MERASÎMEKE BI HEYBET CENAZEYÊN 9 ŞEHÎDÊN AZADIYÊ OXIR KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Şêniyên kantona Firatê bi merasîmeke girseyî cenazeyên 9 şehîdên berxwedana Minbic, Bendava Tişrîn û Pira Qereqozaqê oxir kirin.
Bi hezaran şêniyên Kobanê, nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser, saziyên sivîl û malbatên şehîdan beşdarî merasîma oxirkirina cangoriyên azadiyê bûn.
Di merasîmê de li ser navên Tevgera Jin û Rêveberiya Xweser axaftin hatin kirin û sersaxî ji malbatên şehîdan re hate xwestin.
Axêveran gotin, ji bo ku rê li pêşiya komkujiyên hovane were girtin, şervanan di Bendava Tişrîn û Pira Qereqozaqê de berxwedaneke dîrokî raber kirin.
Her wiha soza berdewamkirina rêk û destkeftiyên şehîdan hate dayîn.
Di dawiyê de nasnameyên şehîdan radestî malbatên wan hatin kirin û cenazeyên şehîdan bi dirûşmeyên şehîd namirin hat oxirkirin.

Share This Article