Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê ji bo nîqaşkirina geşedanên dawiyê û avakirina pergaleke pirreng komxebatek li Reqayê li dar xist.
Komxebat bi amadebûna nûnerên saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî, rêxistinên jinan û kesayetên serbixwe hate lidarxistin.
Di komxebatê de geşedanên siyasî yên dawiyê hatin gotûbêjkirin.
Her wiha behsa avakirina Sûriyeke pirreng û nenavendî hate kirin û hate gotin, pergaleke wisa dê bikeve xizmeta temamê Sûriyan û êşên wan jî derman bike.
Di dawiyê de beşdaran jî nêrînên xwe bi parve kirin û tekezî li ser avakirina Sûriyeke demokratîk kirin.
