PLATFORMA ÇALAKIYÊN HEVBEŞ KAMPANIYA PIŞTGIRIYA JINÊN SIWÊDAYÊ DEST PÊ KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Platforma Çalakiyên Hevbeş ya tevger û rêxistinên Jinan li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo piştgiriya jinên siwêdayê û bi durişma ”bi hev re ji bo piştgiriya jinan li Siwêdayê li dijî qirkirinê” kampaniyek piştgiriyê ragihand.

Platformê destpêkirina kampaniya xwe bi daxuyaniyekê li stadyuma 12’ê adarê ya bajarê Qamişlo ragihand.

Di daxuyaniyê de platfurmê piştgiriya xwe ya tam bi jinên Parêzgeha Suweydayê re piştrast kir û da zanîn ku armanc ji kampanyayê ew e ku dengê jinan li hember van sûcan bilind bike, di navbera jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û jinên li Siwêdayê de qadên hevpar biafirîne da ku hevgirtinek bi bandor ava bike.

Platfurmê di daxuyaniya xwe de banga sepandina agirbestekê li siwêdayê û rawestandina sûcên li dijî jinan kir her wiha daxwaz hate kirin ku komîteyek lêpirsînê ya navneteweyî û serbixwe ji bo belgekirina sûcên were avakirin.

Li gorî daxuyaniya platformê kampaniya piştgiriyê doh 30’ê tîrmehê destpêkrir û dê bi çalakiyên cûrbecûr heta 5’ê tebaxê dewam bike û di dawiyê de jî dê Foruma Diyaloga Jinan li Hesekê were lidarxistin.

Share This Article