PYD’Ê 55 CIVÎN JI WELATIYÊN TAXÊN ŞÊXMEQSÛD Û EŞREFIYÊ RE LI DAR XIST

Rojava Tv
1 Min Read

Partiya Yekîtiya Demokratîk a Helebê, pêngaveke lidarxistina civînan daye destpêkirin û di nava 15 rojan de, zêdeyî 55 civîn li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li dar xistin.

Kamîreya Rojava Tv serdana navenda Partiya Yekîtiya Demokratîk kir û ev rapor ji me re amade kir.

Hevdemî rewşa hestiyar û şerê taybet ku li dijî Rêveberiya Xweser û QSD’ê tê meşandin, li hemû kanton û bajarên herêmê, semînerên hişyarkirinê û civînên gel têne lidarxistin.

Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, Partiya Yekîtiya Demokratîk pêngavek dest pê kir û di nava 15 rojan de, zêdeyî 55 civîn ji welatiyên taxan, meclîs û saziyên civakî re çêkirin.

Der barê hurgûliyên van civînan de, endamê Partiya Yekîtiya Demokratîk Elî Şêx ji Rojava TV re axivî û behsa encama civînan kir.

Share This Article