MÎHRÎCANA ORKÊŞ A MUZÎKÊ DI ROJA XWE YA 2’EMÎN DE DIDOME

Rojava Tv
1 Min Read

 

Li bajarê Hesekê Mîhrîcana Orkêş a Muzîkê ya 3ˊyemîn bi dirûşma “Bi çanda komînal deng û awazên gelan vejîn dibe” di roja xwe ya 2’emîn de didome.

Bi sedan rewşenbîr, hunermend, hezkiriyên hunerê û kesayetên siyasî, civakî û leşkerî li hola Serdem a bajarê Hesekê tevlî mîhrîcanê bûn.

hunermend Jînda Kenco ya ji bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê hatiye, stranên folklorî yên Kurdî, û ji hêla komên stranan stranên şoreşgerî û govend ve, hatin pêşkêşkirin.

Hunermend Semîh Şiqêr jî peyameke pîrozbahiyê da, Tê payîn ku dê mîhrîcan sibe bi dawî bibe.

Share This Article