Şaredariya Gel a bajarokê Sifeya, bi hevkariya Şaredariya Gel a Hesekê, Gerînendeya Paqijiyê û Rêveberiya Avê, xebatên çeksazkirina torên avrêjiyê yên gundê Xirbêt Ilyas didomîne.
Xebata ku şarederiyê beriya 15 rojan dabû destpêkirin bilez bi rê ve diçe û gihêştiya qonaxa xwe ya sêyem.
Di qonaxa yekem de torên avrêjiyê yên girtî hatin kolandin, piştî wê di qonaxa duyemîn de torên sereke yên ku ji deh salan ve girtî bûn, hatin paqijkirin.
Di qonaxa sêyemîn de, torên avrêjiyê bi çemento hatin lêkirin û xeteke bi dirêjahiya 180 metreyî hat dirêjkirin. Piştî wê cihên sererastkirî bi axê hatin dagirtin da ku di dawiyê de qîrkirina rêyan dest pê bike.
