Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Reqayê jî bi daxuyaniyekê sûcên dagirkeriya Tirk bi taybet komkujiya hovane ya ku li dijî zarokên bajarê Sirrînê pêk aniye, şermezar kir.
Kombûna Jinan a Zenûbiya destnîşan kir ku armanca Tirkiyê ji êrîşan, têkbirina îradeya gel e her wiha têkbirina projeya Rêveberiya Xweser a serkeftî ye.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hedefgirtina zarokan sûceke dermirovî ye û divê hesab bê pirsîn.
Di dawiya daxuyaniyê de Kombûna Jinan a Zenûbiya bang li rêxistinên mirovî û rêxistinên mafên zarokan kir ku bi berpirsyariyên xwe rabin û hemû tedbîrên pêwîst ji bo rawestandina kiryarên hovane yên tirkiyê bigirin.
KOMBÛNA JINAN A ZENÛBIYA: DEWLETA TIRK LI PÊŞ ÇAVÊN CÎHANÊ KOMKUJIYAN PÊK TÎNE
