Koçberên Efrînê yên ku li kantona Şehbayê dimînin, diyar kirin ku dorpêça Hikûmeta Şamê ya li ser kantona Şehbayê berdewam dike û ew bi zehmetî pêdiviyên jiyanê peyda dikin.
Her wiha koçberan bang li rêxistinên mirovî kirin ku erkên xwe yên mirovî pêk bînin.
Dorpêça Hikûmeta Şamê ya li ser kantona Şehbayê azarên koçberên Efrînê zêdetir kiriye.
Ev demeke firqeya 4’an a ser bi hikûmeta Şamê ve kantona Şehbayê ku zêdetirî 150 hezar koçberên Efrînê lê dimînin, xistiye bin dorpêçeke dijwar.
Hikûmet nahêle ku kelûpelên xwarinê, derman, sotemenî û pêdiviyên jiyanê derbasî herêmê bibin.
Koçberên Efrînê dibêjin ku ew bi zehmetî pêdiviyên xwe peyda dikin, lê dîsa ew ê li ber xwe bidin.
Koçberên Efrînê daxwaz ji civaka navdewletî û rêxistinên mirovî dikin ku erkên xwe li hemberî vê karesetê pêk bînin.
Ji 4’ê vê mehê ve desteya perwerde û fêrkirinê ya Efrînê ji ber nebûna sotemeniyê proseya xwendinî jî rawetsnad û diyar kir ku bi hazaran xwendekar ji mafê xwendinê têne bêparkirin.
