Peymangha Bilind a Ragihanê ya zanîngeha Rojava îro bi daxuyaniyekê piştgriya xwe bi QSD re nîşan da û hedefgirtina rojnamevanan ji aliyê dewleta Tirk ve şermezar kir.
Peymanghê di daxuyaniya xwe de got, ew piştgiriya xwe ya tekez ji bo hêzên sûriya demokratîk (QSD) ku rûmeta axa wan diparêzin nîşand didin.
QSD’ê ji bo bidestxistina ewlekarî, aşîtî û azadiyê ji bo hemû pêkhateyên herêmê re bê navber têdikoşe.
Peymangha Bilin a Ragihanê di daxuyaniya xwe de soz da şehîdên çapemeniyê ku dengê rastiyê neyê çewisandin û ew ê li ser şopa wan şehîdan kamîre û pênûsa xwe hildin.
Peymangha Bilin a Ragihanê ya zanîngeha Rojava di dawiya daxuyaniya xwe de tekez kir ku ew ê bi perwerde û têkoşînê welatekî azad ava bikin.
PEYMANGHA BILIND A RAGIHANDINÊ YA ZANÎNGEHA ROJAVA PIŞTGRIYA QSD’Ê KIR
