bi dirûşma “Ji bo wêjeya ku dê pêşerojeke geş birêse” 3`emîn Festîvala Wêjeyê ya Kobanê dest pê kir.
Bi dehan wêjevan, mamoste, xwendekarên Zanîngeha Kobanê û endamên saziyên Rêveberiya Xweser li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido beşdarî festîvalê bûn.
Di festîvalê de piştî deqeyek rêzgirtin, axaftin ji aliyê Weşanxaneya Ava, Meclisa Rêveberiya Xweser a Firatê û Meclisa Sûriya Demokratîk ve hate kirin.
Axêveran diyar kirin ku Divê wêjevan her tim çîrokên veşartî bi rêya romanên xwe ji cîhanê re derxin holê.
piştre jî nivîskarê Kurd Helîm Yûsif berhemên xwe îmze kirin.
Festîval dê heta 3 rojan dewam bike.
