Di bin dirûşmeya “Awazên aşitiya dilan, hestên hûnandî yên gelan” Peymangeha Vejîn bi alîkariya Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido Şevbuhêrka Hunerî ya 5’emîn li Kobanê li darxist.
Di şevbuhêrkê de nêzî 80 xwendekarên peymangehê û malbatên wan beşdar bûn.
Şevbuhêrk bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir, piştre mamosteyê mûzîkê yê Navenda Çand û Huner ya Baqî Xido ya kantona Firatê Ferhad Elûş bi xêrhatina hemû kesên hazir kir û got, ew ê her tim çand û hunera xwe biparêzin û girêdana xwe bi hunerê xwe re xurtir bikin.
Piştî axaftinan, komên hunerî berhemên xwe pêşkêş kirin.
