LI KANTONA ŞEHBAYÊ AMADEKARÎ JI BO SALA NÛ YA XWENDINÊ TÊ KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read
LI KANTONA ŞEHBAYÊ AMADEKARÎ JI BO SALA NÛ YA XWENDINÊ TÊ KIRIN

Têkildarî sala nû ya xwendinê û amadekariyên ji bo dibistanan, Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Şehbayê Zelûx Bekir ji Rojava TV axivî.

Zelûx Bekir got, israr û berxwedana wan di xwendinê de dê bersiva dorpêça hikumeta Şamê û kêm derfetiyan bidin

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet li Şehbayê tevî astengî û êrîşên berdewam ên dewleta Tirk a dagirker xwendekar bi israr xwendina xwe berdewam dikin û bi rêjeyên bilind jî bi ser dikevin.

Têkildarî sala nû ya xwendinê û amadekariyên ji bo dibistanan, Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Şehbayê Zelûx Bekir ji Rojava TV re axivî.

Her wiha Zelûx Bekir diyar kir ku israr û berxwedana wan di xwendinê de dê bersiva dorpêça hikumeta Şamê û kêmderfetiyan bide.

28’ê Tebaxa derbasbûyî Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya xweser civîna xwe ya salane li darxist û rewşa sektora perwerdeyê û astengiyên li pêşiya wê nîqaş kir.

Li gorî Desteya Perwerde û Fêrkirinê 10`ê Îlonê dê bi fermî dibistan ji bo xwendekaran werin vekirin.

Share This Article