Jinên bajarê Kobanê derbarê Tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan ve, axivîn û ev tecrîd şermezar kirin û daxwaza bidestxistina azadiya fîzîkî ya rêber Apo kirin.
Ev 25 sal in komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdulah Ocelan berdewam e û ev bû zêdetirî 2 salan jî tu agahî ji rêber Apo nehatine girtin.
Di vê çarçoveyê de Jinên bajarê Kobanê komploya navnetewî ya li dijî rêber Abdulah Ocalan şermezar kirin û dan zanîn ku dewleta Tirk a faşîst tecrîda li dijî rêber Apo giran kiriye û nahêle ne malbat û ne jî parêzer rêber Apo bibînin, ev yek binpêkirina mafên mirovan e.
Her wiha jinan gotin: “Tecrîda li dijî Rêber Apo tecrîda li dijî gelên Rojhilata Navîn e û em wek jinên Kurd ji bo rizgarkirina rêber Apo têkoşîna xwe berdewam dikin”.
Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo şermezarkirina tecrîda girankirî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan û daxwaza bidestxistina azadiya fîzîkî ya rêber Apo bi meş û xwepîşandanan hêrsa xwe nîşan didin
