PEYMANGEHA BILIND A HUNERÊ XEBATÊN EZMÛNÊN HEVPEYVÎNÊ DIDOMÎNE

Rojava Tv
2 Min Read

Peymangeha Bilind a Hunerê di pêşwazîkirina xwendekarên ku ezmûna hevpeyivînê dikin de berdewam e.
Rêvebiriya peymangehê piştrast kir ku heta niha hejmara xwendekarên ku hatin ezmûnan, gihiştiye 45 xwendekaran.

Piştî ku vekirina Peymangeha Bilind a Hunerê hat ragihandin, xwendekar ji bo xwe qeyd bikin serî li navendên tomarkirinê dan.

Peymangeh bi pêşengiya Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamya (TEV-ÇAND) û bi desteka Zanîngeha Rojava, ji aliyê Desteya Çandê ya Bakûr û Rojhilatê Sûryê ve hatiye vekirin.

Di qonaxa duyemîn a xwetomarkirinê de xwendekar di bin çavdêriya komîteyeke Tevgera Çand û Hunerê û Desteya Çandê de derbas bûn û hevpeyvîna devkî û nivîskî pêk anîn.

Lê ji ber ku hin xwendekar negihan dîroka hevpeyivînê, Rêveberiya peymangehê biryar da ku dema hevpeyvînê dirêj bike.

Hevserokê Peymangeha Bilind a Hunerê Ciwan Ibrahîm ji Rojava TV re axivî û hin detayên têkildarî ezmûna hevpeyvînê vegot.

Ciwan Ibrahîm diyar hejmara xwendekarên hatina hevdîtianan 45 kes in û li gorî nûbûna peymangehê
ev rêjeyek baş e.

Peymangeha Bilind a Hunerê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Peymangeha duyemîn e.

Beriya wê di sala 2014an de li Efrîna dagirkirî yekemîn peymangên hunerî bi navê “Mîtan” hatibû vekirin û ji aliyê hejmarek ji mamosteyên pispor yên mûzîk û şanoyê ve dihat bi rê ve birin.

Share This Article