Fermandarê Giştî yê QSD’ê bi serokê desthilata Şamê Ehmed El Şeri re peymaneke ku ji 8 xalan pêk tê îmze kir.
Berê di dîroka Sûriyê de rejîma Baas’ê bilêvkirina navê gelê Kurd jî qedexe kiribû û ti mafên Kurdan di destûrê de tunebûn, lê li gorî vê rêkeftinê temamê mafên gelê Kurd dê di destûrê de bin nivîsandin û misogerkirin.
Her wiha pêwîst e agirbest li seranserî Sûriyê were ragihandin, dawî li şer were û koçberên herêmên dagirkirî jî bi garantiya dewletê vegerin malên xwe.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî û serokê desthilata Şamê Ehmed El Şeri duh li Şama paytexta Sûriyê peymaneke 8 xalî ku tê de xalên girêdayî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hene, îmze kirin.
Li gorî naveroka peymanê ya ku hatiye belavkirin û di dawiyê de Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî û serokê desthilata Şamê Ehmed El Şeri îmze kirine, ji 8 bendan pêk tê û wiha ye:
1-Bêyî ku li ol û neteweya gelên Sûriyeyê bê nêrin, di nava hemû pêvajoyên siyasî û saziyên dewletê de bi awayek erkdarî û berpirsyariya wekhev temsîl bikin û mafên wan bên misogerkirin.
2-Civaka Kurd, civakeke xwecihî ya dewleta Sûriyê ye û dewleta Sûriyeyê hemwelatîbûn û hemû mafên destûra bingehîn misoger dike.
3-Li seranserê Sûriyeyê agirbest bê ragihandin.
4-Hemû saziyên sivîl û leşkerî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, deriyên sînor, balafirgeh, qadên petrol û gaza xwezayî entegreyî rêveberiya dewleta Sûriyeyê bê kirin.
5-Sûriyiyên ku ji cih û warê xwe hatine derxistin, wê vegerin gund û bajarên xwe û ji hêla dewleta Sûriyeyê ve bên parastin.
6-Têkoşîna dewleta Sûriyeyê ya li dijî bermahiyên Esed û hemû metirsiyên li ser ewlekarî û yekîtiya wê were destekkirin.
7-Em hemû gotinên nefretê û hewlên belavkirina fitne û bangên ku dubendiyê dixin navbera hemû pêkhateyên civaka Sûriyeyê red dikin.
8-Komîteyên Rêveber ji bo pêkanîna peymanê herî dereng heta dawiya salê xebatên xwe bidomînin.
