PEYMANGEHA BILIND A HUNERÊ SALA XWENDINÊ BI ŞAHIYEKÊ BI DAWÎ KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Bi boneya dawîbûna sala xwendinê ya 2024/2025’an, Peymangeha Bilind a Hunerê bi hemahengiya Dibistana Muzîka Klasîk, şahiyeke hunerî ji xwendekarên xwe re li dar xist.

Şahî li Navenda Çand û Hunera Dicle ya Dêrikê li dar ket û tê de bi sedan xwendekar, saziyên rêveberiya xweser, partiyên siyasî û endamên Navenda Çand û Hunera Dicle beşdar bûn.

Di çalakiyê de, xwendekarên Peymangehê û Dibistana Muzîka Klasîk berhemên xwe yên wekî, Hunera Orkestra, stranbêjî û mûzîkjeniya solo û komî, ji beşdaran re pêşkêş kirin.

Komîteya amadekar a şahiyê piştrast kir ku şahiyek bi heman rengî, îşev li Navenda Çandê ya Aram Tîgran a li Rimêlanê tê lidarxistin.

Share This Article